AGAHDARÎ !(Perwerdeya Rêzimanî ya bi navê Kurt û Kurmancî dest pê kir.)
Xebateke nû ji sazîya me
Kesên ku dixwazin kurmancîya xwe pêşve bibin, kerem kin "Bi Kurt û Kurmancî".
Beşa ewil a "Bi Kurt û Kurmancî"yê em sibê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav dikin.
Kurt û Kurmancî bernameyek e ku ji bo hînkirina xwendin, nivîsîn û
rêzimana kurmancî hatiye amadekirin. Ev bername ji 13 beşan pêk tê û bi
hevkarîya NÇM û Yapim-13ê hatiye kişandin û pevxistin; û bi alîkarîya
Nûnertîya li Tirkîyeyê ya Heinrich Boll Stiftungê hatiye amadekirin. Her
beşeke vê bernameyê teqrîben çar yan heft deqîqe ye û hemû beş teqrîben
dikin 78 deqîqe. Hemû beşên bernameyê ji hêla mamoste Elî Arslan ve tên
vegotin. Kesên ku her sê beşan temaşe bikin, di dawîyê de xwendin,
nivîsîn û rêzimana wan a kurmancî pêşvetir biçe. Hûn jî bi temaşekirina
van beşan dikarin di nav saet û nîvekê de kurmancîya xwe pêşvetir bibin.
Nîşe: Ji kerema xwe re ji qenala me re bibin Abonê
Lînk: https://www.youtube.com/watch?v=QExsHLMxcgk&list=PLLQ_m2dGXul2laiqSITIyW4mz7j1H8SxU
No comments